Elif Irmak
06 Gulan 2020•Rojanekirin: 07 Gulan 2020
Parka Tebîatê ya Golên Serêgolê ya ku li Golbaşiya navçeya Adiyemanê ye û her demsal bala hezkiriyên xwezayê dikşîne ji ber tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) bêdeng e.
Parka tebîatê ya li qada 16 hezar û 870 donimî ya ku golên Serêgolê, Yeşîloava û Azapliyê tê da ne ji ber tevdîrên vîrusa koronayê bêdeng ma.
Wêrdekên li qeraxa gola di nav parka tebîatê da derdikevin bejayê û kêfa bêdengiyê derdixînin. Li qadên piknîkê jî kulîlk dibişkivin û çîm derdikeve. Li parka tebîatê van rojan dengê çûk û çivîkan gelekî tê bihîstin.
Hat gotin piştî ku parka tebîatê ji ziyaretê ra hat vekirin heman awayî bimîne divê ziyaretvan ji bo tebîatê hesas tevbigerin û li xwezayê ji bilî şûnpêyên xwe tu şopeke din nehêlin.
Ji hêla din va li parka tebîatê kuleya çavdêriya çûkan, nasandin û mala çavdêriyê û terasa seyirê heye. Di golên li parkê da jî çûkên koçber û masiyên cuda dijîn.