Muhammet Kurşun
29 Mijdar 2017•Rojanekirin: 01 Berfanbar 2017
SILÊMANÎ
Fesla payizê li bajarê Herêma Kurdistana Iraqê Silêmaniyê jî xatir dixwaze û cihê xwe ji dîmenên sar û seqemê re dihêle.
Bajarê Silêmaniyê, di her çar demsalan de jî xwedî dîmenên rengareng û dewlemend e. Silêmanî her demê bi tebîeta xwe balkêş e.
Hemû welatiyên Herêmê heyranê ciwaniya dîmenê Silêmaniyê ne. Bi taybetî jî eşqa li ser rengê zer ê demsala payizê û dîmenên weşîna pelan in li vê deverê. Di vê feslê de surişt dîmenekî cuda bi xwe re tîne.
Silêmanî bi piraniya bax, baxçe, daristan û çeman tê zanîn. Baxçeyên Silêmaniyê dîmenekî nuwaze û şayanê temaşayê li xwe girtine..
Welatî jî ji bo bihurandina demeke xweş û kişandina fotoyekî xatire berê xwe didine vir û kêliyekê têkiliya xwe ji dinyayê qut dikin.
Şairên mezin ên Kurd her demê heyranê vê taybetmendiya Silêmaniyê mane û gelek helbest li ser nivîsandine. Wek din hunermend jî ji bo klîbên xwe van deran dikin mekan.