Lêpirsîna der barê kuştina Mustafa Turhan (43) da ku bi destê Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê tê meşandin, dewam dike.
Mustafa Turhan li mezreya Yiginliya gundê Yokuşbaglarê bi çekê hatibû kuştin.
Derket holê ku Turhanê ku mixtar bû û gundparêziyê dikir nêzî 4 meh berê ji hêla rêxistina terorê PKKyê va hatiye tehdîtkirin. Li gor gotinan PKKyê ji Turhan xwestiye ku çeka xwe deyne û gund biterikîne.
Piştî ku haya cendirmeyan ji gefxwarinê çêdibe hewl didin ku ji bo Turhan parêzvan werin tehsîskirin. Hat destnîşankirin ku Turhan daxwaza tehsîskirina parêzvanan qebûl nekiriye û der barê mijarê da zabitname hatiye amadekirin.
Tîmên taybet der heqê kuştina Turhan da lêkolînê dikin.
Wek mayîn ji bo bûyera kuştina Turhan ewlehî û cendirmeyan tîmeke taybet amade kirin û lêkolîn û xebatên tîma taybet dewam dike.
- Bûyer
Mustafa Turhanê mixtarê gund di 29ê nîsanê da ber destê sibehê li mezreya Yiginliya gundê Yokuşbaglarê li ber wesaîteke ticarî bi çekê hatibû kuştin.
Osman Oguzê (83) xizmê Turhan jî piştî ku xebera kuştinê bihîst, dema ku diçû ciyê bûyerê li erdê ketibû û digel midaxeleyê li Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê miribû.