16 Mijdar 2018•Rojanekirin: 18 Mijdar 2018
DIYARBAKIR
Li Liceya navçeya Diyarbekirê ya ku bi operasyonên serkeftî yên li dijî PKKya rêxistina terorê hizûr pêk hat ciwanan teşwîqî kar dikin.
Wezareta Çandinî û Daristanan di nav 3 salên dawîn da ji bo pêşxistina cotkarî û heywandariyê 15 milyon lire piştgirî da welatiyan.
Abdulkadîr Çelîkê Qaymeqamê Liceyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku piştî hizûra li navçeyê hat pêkanîn dewlet ji bo pêşxistina cotkarî û heywandariyê piştgiriyê dide welatiyan.
Çelîk got ji bo ku ciwan bibin xwedîkar hewl didin ji bo vê jî wekî şaredarî û qaymeqamtiyê projeyan çêdikin.
Çelîk bi bîr xist ku di çarçoveya Projeya Cotkarên Ciwan da di sala 2016an da 360 hezar lire, di sala 2017an da 390 hezar û di sala 2018an da jî 480 hezar lire hîbe dan welatiyan, wekî mayîn li 140 cotkarî 5 hezar û 200 şitlên gûz û behîvan belav kirin.
- "Alîkariyên dewletê ew ê dewam bikin"
Çelîk bi bîr xist ku bi operasyonên bênavber va dewletê derbeyeke mezin li rêxistina terorê xist û wiha pê da çû:
"Şikur li navçeya me rewşa hizûr û ewlehiyê heye. Welatiyên me jî rojên nebaş ên berê ji bîr dikin û jiyana xwe didomînin. Bi saya vê Lice di qadên aborî, civakî û çandî da xwe pêş dixe. Welatiyên me bi piştgiriyê ku em didin va erdên xwe dinirxînin. Alîkariyên dewleta me dide ew ê dewam bikin."
- Çêwlika mirîşkan vekir
Çelîk got wekî şaredarî jî piştgiriyê didin gelê navçeyê û li hin herêman bendên avê çêkirin.
Azîz Balînê ji Projeya Cotkarên Ciwan îstifade kir û çêwlika mirîşkan vekir jî got ku berê di înşaetan da dixebitî û bi saya hîbeyê bû xwediyê karê xwe.
Balîn got ji ber vê zehf kêfxweş bû û wiha axivî: "Ez 462 mirîşkan xwedî dikim. Dewlet alîkariyê dide kesên dixwazin karekî bikin. Ez berê ji mala xwe dûr di înşaetan da dixebitîm. Nika bi malbata xwe ra dixebitim."
Bîlal Tekînhan jî diyar kir ku bi hesinkariyê ra eleqedar dibû û bi Projeya Cotkarên Ciwan 40 kevarên mozan dan wî û nika dahateke din jî qezenc dike.