Haydar Şahin
16 Mijdar 2018•Rojanekirin: 18 Mijdar 2018
BITLÎS
Li Hîzana navçeya Bidlîsê welatî ji tiriyên tebiî yên ku li rezên wan digihêjin li gor rê û rêzikên berê dimsê çêdikin.
Li Tatrîka goma Harmandovena gundê Hîzanê welatî tiriyên ku bi kedeke mezin kom dikin dixin sepetan û tînin malên xwe.

Gundî sapokan pê dikin pê tiriyan dihincirînin û ava wan derdixin, ji bo bimeyê jî axê tevlî dikin û di sîtilên ku dora wan bi herî û keviran girtine da dikelînin.
Welatî piştî kelandinê wê avê li parzinê dixin carekê dîsa didin ser agir hem bi kevgeyê tevdidin hem jî dikelînin. Piştî demekê ava tiriyan dibe dimis.

Welatî li gor ji kal û bavê xwe hîn bûne tu tiştekî din tevî nakin û dimisê tebiî çêdikin û dimisê xwe jî difroşin Bidlîsê û bajarên li der û dorê.
Mehmetcan Kisayê li goma Tatrîkê dijî diyar kir ku bi rêyên tebiî dimsê çêdikin û wiha got: "Em dimsê tebiî difroşên û pê nanê xwe bi dest dixin. Wekî mayîn bi tiştekî din debara xwe nakin. Em mesrefa perwerdeya zarokên xwe jî ji dimsê qezenc dikin."

Yaşar Kisayê ku dimsê çêdike jî diyar kir ku li ser ocaxa ku bavê wî jî li ser dimis çêdikir 15 sal e bi heman qaydî dimsê çêdike û wiha pê da çû:
"Em tiriyan kom dikin, tînin ava wan derdixin û di sîtilê da avê dikelînin. Qasî demekê tevdidin û paşê li aliyekî didin sekinandin da ku were ser hemdê xwe. Paşê tijî bîdonan dikin qasî 2-3 saetan jî wisa dihêlin. Pişt ra dîsa berî sîtilan dikin û kêmzêde 4-5 saetan dikelînin û dixin dimis. Dimsê me heqîqî ye û tebiî ye. Em kîloya dimis bi 20-25 lireyî difroşin."