Önder Beyter
31 Adar 2019•Rojanekirin: 03 Nîsan 2019
Li Qaqizmana navçeya Qersê, Aliye Unala 101 salî çû ser sandoqê û raya xwe avêt.
Li Qaqizmanê Aliye Unala ku bûyîna wê 1918 e û bi zehmetî dimeşe, ji bo Hilbijartinên Giştî yên Rêveberiyên Mehelî yên 31 Adarê bi alîkariya xizmên xwe hat Dibistana Seretayî ya Şair Hafiz.
Unalê li vê derê bi alîkariya peywirdaran di sandoqa jimare 1014 da raya xwe avêt.