Lijneya Hilbijartina Bilind (LHB), saetên raydayîna hilbijartina giştî ya parlementeran ku wê di 1ê çiriya paşîn de bê kirin, diyar bû.
Di biryara ku di Rojnameya Fermî ya mukerrer de hat weşandin de hat gotin ku li gorî qanûna 298an a der barê qeyda hilbijêran û hikmên esasî yên hilbijartinê, ray dê di navbera saet 08.00- 17.00an de bên avêtin. Kesên ku li ser sindoqan disekinin piştî ku berpirsiyar wan bijmêre, ew ê jî rayên xwe bavêjin.
Di hilbijartinên giştî yên parlementeran de li bajarên Adiyaman, Agirî, Artvîn, Bîngol, Bedlîs, Diyarbekîr, Elezîz, Erzincan, Erzirom, Gazîentab, Gumuşhane, Hekarî, Qers, Meletye, Qehremenmereş, Mêrdîn, Mûş, Ordû, Rîze, Sert, Sêwas, Trabzon, Tûncelî, Şanliûrfa, Wan, Baybûrt, Batman, Şirnex, Erdexan, Îdir û Kilîsê di saet 07.00-16.00an de dê ray bê avêtîn. Ji bilî van bajaran li bajarên dinê di saet 08.00-17.00an de dê ray bê avêtin.