Li gorî biryara ku hat stendin TBMM dê di 1ê tîrmehê de nekeve betlaneyê. Li dû sondxwarina parlementeran a piştî hilbijartinên 7ê hezîranê, mijara herî gîrîng a ku li benda Meclisê ye hilbijartina Serokê Parlementoyê ye.
Li Lijneya Giştî ya Meclisê di 30ê hezîranê roja sêşemê û 1ê tîrmehê roja çarşemê dê hilbijartina Serokatiya Meclisê pêk were.
Lijneya Giştî dê di serokatiya Serokê Demkî yê Meclisê Denîz Baykal de bicive. Li Lijneya Serokatiyê dê herşeş parlementerên herî ciwan Parlementera HDPyê ya Wanê Tugba Hezer, Parlementera AK Partiyê ya Tokatê Fatma Gaye Guler, Parlementera HDPyê ya Şanliurfayê Dîlek Ocalan, Parlementerê AK Partiyê yê Stenbolê Abdurrahîm Boynukalin, Parlementera HDPyê ya Mêrdînê Enîse Gubeylî û Parlementera AK Partiyê ya Antalyayê Sena Nûr Çelîk bi dorê tevkariya Serokê Demkî Baykal bikin.
Tûra ewil a Serokatiyê dê 30 hezîranê roja sêşemê pêk were. Heke ku serok di tûra ewil de neyê hilbijartin dê tûra sêyemîn û çaremîn jî di 1ê tîrmehê roja çarşemê pêk werin.
Hilbijartina Serokê Meclisê dê veşartî pêk were. Di herdu tûrên ewil de hewce ye ku ji sisêyan dudu deng (367) werin stendin û di tûra sêyemîn de jî tenê piranî (276) hewce ye. Heke ku di tûra sêyemîn de jî piranî pêk neyê, wêçaxê herdu namzedên ku herî zêde deng wergirtin dê bipêşbazin. Di tûra çaremîn de jî namzedê ku herî zêde ray stend dê bibe Serok.
Ji bo serkatiyê Wezîrê Parastina Neteweyî û Parlementerê AK Partiyê yê Sîvasê Îsmet Yilmaz, Parlementerê CHPyê yê Antalyayê Denîz Baykal, Parlementerê MHPyê yê Stenbolê Ekmeleddîn Îhsanoglu û Parlementerê HDPyê yê Mêrsînê Dengîr Mîr Mehmet Firat dê bipêşbazin.
Piştî hilbijartina Serokê TBMMyê Lijneya Şêwrê dê bicive û li ser dabeşkirina Dîwana Serokatiyê bisekine. Heke ku bigehîjê, dabeşiya Dîwana Serokatiyê dê di 3yê tîrmehê roja pêncşemê li Lijneya Giştî were pêşkêşkirin.