DIYARBEKIR
"Qedayîfa badayî" ya ku ji arê genimê bibereket çêdibe di meha Remezanê de jî dibe xemla sifreyên welatiyan.
Aşpêjên qedayîfê yên ku ev sed sal e bê navber li Diyarbekirê vî karî dikin di meha remezanê de jî deriyên xwe yên lezetê heta paşîva vekirî dihêlin. Bi salan e ku cureyên qedayîfê yên ku bi fistiq, gûz û penêr çêdibe li ser sifreyên fitarê cihê xwe digrin.
Mûrathan Altûnhanê ku ev 32 sal in li Diyarbekirê qedayîf çêdike ji nûçegihanê AAyê re got ku ew li îmalatxaneyê bi qasî 25 cure şêrînahî dipêjin û di meha remezanê de jî karê wan bêtir zehmet dibe.
Altûnhan diyar kir ku ji ber germê ew bi şêrînahiyê re bestenî jî îkramê mişteriyên xwe dikin û wiha pê de çû: "Ji ber ku em tenduristiya mişteriyên xwe jî difikirin, em gelekî bala xwe didin rûn, fistiq û gûzên ku em di çêkirina şêrînahiyê de bikartînin. Em rojê 500 kîlo şêrînahî çêdikin. Mişteriyên me di meha Remezanê de bêtir şêrînahiyê distînin."
Altûnhan got mêvan deman ku diçin mêhvandariyê teqez bi xwe re qedayîf jî dibin û wiha dewam kir: "Em li sîparîşê, şêrînahiyê dişînin derveyî welat jî. Bi taybetî tûrîstên ku bajêr ziyaret dikin jî qedayîfê distînin."
Her wiha Altûnhan diyar kir dema ku dibêjin "Diyarbekir", di nava şêrînahiyan de ewil qedayîf tê bîra mirovan.