İbrahim Yaldız
02 Adar 2024•Rojanekirin: 09 Adar 2024
Li Haskoya navçeya Mûşê qertelê çolê yê ku ekîbên cendirmeyan li bejahiyê birîndar dîtin, tê dermankirin.
Li gor daxuyaniya Walîtiyê, Ekîba Parastina Jîngeh, Siruşt û Ajelan a Fermandariya Cendirmeyê ya Parêzgehê nêzîkî gundê Bucetliyê li Sazê Îronê qada qamîşan ku qadeke sîtê ya siruştî ye, geriyan.
Di kontrolên ku duh hatin kirin da ekîban qertelekî çolê bi birîndarî dît û ji bo dermankirinê teslîmî Rêveberiya Parastina Siruştê û Parkên Neteweyî kirin.
Qertelê birîndar tê dermankirin.