HAKKARÎ
Li 15 derên rêbeja Hekarî û Şirnaxê aşît ketibû û rê hatibû girtin. Ekîbên rêpaqijkirinê du rojan xebitîn û rêbej niha ji bo çûn û hatinê bi temamî hat vekirin.
Li bajar berf pir barî û aşît ket û ji ber aşîtê 15 derên rêbejê Hekarî û Şirnaxê di bin berfê de man. Ekîbên Midûriyeta Şaxa 114mîn a Rêbejan du rojan ji bo vekirina rê bi şev û roj xebitîn.
Bi vekirina rê re wesaîtên ku di rêbejê de asê mabûn jî rêya xwe dewam kirin.