HAKKARÎ
Li Hekariyê teqemeniyên ku endamên rêxistinê bi cih kiribûn bi destê ekîbên pispor hatin îmhakirin.
Li gor agahiyên ku hatin hildan teqemeniya bi dest hatiye çêkirin û ji aliyê endamên rêxistinê ve hatibû veşartin, rojek berê 200 mêtro li nêzî gundê Gurkavak a Yuksekovaya navçeya Hekariyê hat dîtin. Teqemeniya ku hat tespîtkirin piştî tewdîrên ewlehiyê hat îmhakirin.
Ji aliyê din ve di 2yê çileya paşîn de cendermeyên li Şemdînliyê di zeviyan de lêgerîn kir û li nêzî Girikê Sunguyê 4 teqemeniyên ku bi dest hatine çêkirin dîtin. Hat gotin ku ev teqemenî bi destê endamên rêxistinê hatine veşartin. Piştî tewdîrên ewlehiyê teqemenî bi destê personelê pispor ê leşkeriyê hat îmhakirin.