ŞANLIURFA
Welatiyên ku li taxa Ziyaretê ya Bîrecika navçeya Şanliurfayê dijîn, ji pevçûnên DAEŞ û PYDyê ditirsin û aciz dibin.
Cerablusa li ser Helebê di destê DAEŞê de ye.Gundê Zormagara ya li hemberî Cerablusê jî di destê PYDyê de ye. Di rojên dawîn de di navbera wan de pevçûn çêdibin û ew hewl didin ku mewziyên hev bombebikin.
Welatiyên ku li taxa Ziyaretê ya li ser sînor dijîn bi taybetî jî şev dengê teqîn û topan ditirsin.
Welatiyê bi navê Huseyîn Zayî wiha axivî: "Ji Cerablus û gundê Zormagarayê denqê teqînan tê. Herçiqas em li aliyê Tirkiyeyê bin jî em ditirsin û bifikar in."
Li Cerablusê gundî di zeziyên xwe de dixebitin û jiyana wan a rojane dewam dike.
Hat ragihandin ku DAEŞê li ser sînorê Cerablusê mayîn bicih kiriye û ji ber vê hewyanên ku li wê herêmê digerin pêl li mayînan dikin û telef dibin.