Hikmet Faruk Başer
11 Adar 2025•Rojanekirin: 12 Adar 2025
Endamê Hîndekariyê yê beşa Endazyariya Zanista Avûhewayê û Meteorolojiyê yê Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê (ÎTU) Prof. Dr. Huseyin Toros, ragihand ku ewê Stenbol hefteyekê di bin bandora toza çolê ya ji Afrîkaya Bakur da be.
Toros ji nûçegihanê AAyê ra destnîşan kir ku bi hatina mehên biharê ra tozên ku ji Çolên Sehrayê, Afrîkaya Bakur û car bi car ji Nîvgirava Erebî bilind dibin û tevlî asîman dibin bi bandora herikîna bayê, ber bi cihên cuda tên veguhastin.
Toros bi bîr xist ku ev rewş bûyereke siruştî ye û anî ziman ku bi taybetî tozên ku ji herêmên germ ên çolê bilind dibin bi bandora bayê digihêjin Ewropa û Tirkiyeyê.
Toros diyar kir ku ji îro pê da ewê Stenbol bikeve bin bandora toza çola Afrîkaya Bakur û got, "Li gorî modêlên texmîna hejmarî, ewê li Stenbolê heta hefteyekê bandora tozê bidome. Wê toza çolê li ser rûber û camên wesayitan bê dîtin. Bûyerên toza çolê, weke barîna herêmkî bi qadên biçûk sînordar namîne. Halê hazir başûrê Ewropayê û rojhilatê Ewropayê bi toza çolê hatiye venixumandin. Bi heman rengî ewê li beşeke mezin a Tirkiyeyê jî bi bandor be."
Toros tekezî kir ku veguhêzîna toza çolê di warê tenduristiyê da bandoreke neyênî li ser tenduristiya mirovan dike û ji aliyê din va jî hinek sûdên wê ji bo ekosîstemê hene. Ev toz bi taybetî di mehên biharê da ji bo ekosîsteman çavkaniyeke baş e.