Fırat Taşdemir
08 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 10 Rêbendan 2024
Recep, Şeban û Remezana ku di nav 12 mehan da ji bo alema Îslamê wek sê mehên pîroz tên binavkirin wê 12yê Çileya Paşîn roja înê dest pê bikin.
Ev her sê meh ji bo Misilmanan dibin firsenda tefekkur, hestên olî û îbadetê.
Di nav van mehan da şevên taybet ên wek qendîlên Regaîb, Mîraç û Beratê û Şeva Qedrê hene.
Li gorî agahiyên ku li ser malpera "vakithesaplama.diyanet.gov.tr"yê ya Beşa Hesabkirina Demê ya Serokatiya Karên Diyanetê, Qendîla Regaîbê wê êvara 11ê Çileyê Paşîn roja pêncşemê, rojek beriya meha Recebê bê pîrozkirin.
Di 6ê Sibatê da Qendîla Mîracê ya ku wek şeva Hz. Mihemed derketiye hizûra Xwedê tê qebûlkirin wê bê pîrozkirin.
Piştî Qendîla Mîracê di 24ê Sibatê da jî Qendîla Beratê ya ku mizginiya Remezanê dide wê bê pîrozkirin.
Di 11ê Adarê da jî Meha Remezanê ya ku wek "siltanê yanzdeh mehan" tê binavkirin wê dest pê bike.
Şeva Qedrê wê di 5ê Nîsanê da bê pîrozkirin û di 10ê Nîsanê da jî Eyda Remezanê wê dest pê bike.
Endamê Lijneya Bilind a Karên Dîn ya Serokatiya Karên Diyanetê Îdrîs Bozkurt ji nûçegihanê AAyê ra daxuyad ku divê ev 3 meh wek demên wê bibin sedema merhemet, bereket, efû û paqijiyê bên qebûlkirin.
Bozkurt diyar kir ku di nav sê mehan da gelek roj û şevên girîng hene û wiha got: "Sê meh ji ber ku rojî, nimêja terawîhê û şevên firsendê di xwe da dihewînin girîng in. Di vê heyamê da ji bilî kar û barên dinyayê yên rojane divê em berê xwe bidin rewşeke manewî û kesayetiya xwe baştir bikin."
Bozkurt got divê meriv di nav van mehan da zêdetir lavayan ji Xwedê bike, alîkariya însanan bike, di serî da gelê Filistînî yê mexdûr ji bo hemû Misilmanên mezlûm û mexdûr diayan bike.