Abdullah Söylemez
08 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 18 Rêbendan 2024
Newala Muradê ya li Diyadîna navçeya Agiriyê ya bi berfê nixûmiye her demsal mazuvaniya welatiyan dike.
Newala ku xwedî sûlavan, cî û warên li ser zinaran hatine çêkirin va her demsal xweş e, niha bi berfê nixûmiye.
Dirêjahiya newalê bi kîlomêtroyan e, kurahiya wê 50 mêtro û firehiya wê jî 150 mêtro ye.
Kesên sirûştê û gerê hez dikin tên li vir digerin, wêne û dîmenan dikşînin.
Ekîba Ajansa Anadoluyê jî bi dronê dîmenên newalê yên bi berfê çîlspî bûye kişand.
Emel Turguta geştê hez dike ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku ew ji Bursayê hatiye û ev der ji bo wê gelekî xweş e.
Turgutê wiha got: "Me gelekî vê derê hez kir. Her der di bin berfê da ye, me wêneyên xwe kişand. Em dixwazin careke din bên vê derê. Dema me xweş derbas bû. Siruşta vir û însanên vê derê pir xweş û baş in. Tenê hinekî tesîra sermayê heye, ji bilî vê her tişt pir xweş e."