Li Bexdaya paytexta Iraqê, bazar û sûka qedîm a Gazelê ya ku lê çûkên reng bi reng û masiyên cûr bi cûr tên firotin li benda vesazkirinê ne.
Sûka li ser Kolana Komarê, sûkeke qedîm e. Tê gotin ku ev sûk di dema Ebbasiyan de hatiye avakirin. Mizgefta Xelîfeyê ya ku di sala 902yan de hatiye avakirin jî li vê sûkê ye. Sûk bi taybetî rojên înê pir qerebalix dibe. Li sûkê bazareke heywana jî heye. Di bazara heywanan de heywanên wek masî, kevok, tûtî, pisîk, meymûn tên firotin.
-Mirov tên li vê sûkê bêhna xwe vedidin
Li Bexdaya ku qet teqîn jê kêm nabe, ev sûk ji bo mirovan cihekî bêhnvedanê ye. Sûk herî zêde bala zarokan dikşîne. Ji ber ku kuçeyên sûkê teng in, dîwarên sûkê wêran bûne û cihê ku wesayît lê park bikin tuneye, gelê herêmê kêm diçe bazarê. Esnafên sûkê dixwazin ku di demeke kurt de sûk bê vesazkirin. Gava ku baran dibare zirar digihîje sûkê. Esnafên sûkê dixwazin ku hikûmeta Bexdayê alîkariyê bide û sûk di demeke kurt de bê restorekirin.
-Divê avahiyek wiha dîrokî bê parastin
Esnafê bi navê Ahmet Cenber daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku bav û kalên wî jî çûk firotine û wî jî mîrata bav û kalên xwe hildaye ser milên xwe. Cenberê ku niha çûkan difroşe wiha dewam kir: "200 salin ku em çûkan difroşin. Çûk firotin mîrata bav û kalên me ye. Piştî bavê min çû rehmetê min dest bi karê bavê xwe kir."