Beşir Şavur
2026 ж. 30 наурыз•Rojanekirin: 2026 ж. 01 сәуір
Li Qiziltepeya navçeya Mêrdînê, Sûlava Başdegirmenê bi dronê hat kişandin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat diyarkirin ku sûlava li Taxa Başdegirmenê ya li devera çolterê bi dronê hat kişandin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Mêrdîn tevî berhemên xwe yên dîrokî û çandî, bi bedewiyên xwe yên siruştî va jî tecrubeyeke bêhempa raberî ziyaretvanên xwe dike û sûlav jî yek ji van nimûneyan e û bi ava xwe ya hênik û hêşînahiya li dorbera xwe va ji bo mêvanên me cihekî balkêş e."