Haydar Şahin
03 Tebax 2019•Rojanekirin: 05 Tebax 2019
Li Wanê germahiya hewayê ji ya demsalê zêdetir e ji ber vê welatiyekî ji germahiyê aciz bû zarok û heywanên xwe di golê da şûştin.
Ramazan Şalvanê li Koşka gundê Edremîta navçeya Wanê heywandariyê dike zarok û berxên xwe yên ji germahiyê aciz bûn hilda û anî perava Behra Wanê.
Şalvan berxên xwe yeko yeko di ava behrê da şûş û bi zarokên xwe ra jî sobanî kir û dema xwe derbas kir.
Şalvan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ava Behra Wanê bi şifa ye û wiha axivî: "Hewa zehf germ e, em ketin ava behrê hem em hem jî heywanên me hênik bûn. Min berxên xwe di avê da şûştin. Ava behrê ji çerm û heywanan ra baş tê. Ava bisode bi taybetî sipiyê di heywanan da paqij dike. Mezinên me jî pez di ava behrê da dişûştin. Em jî havînê di hefteyê da çend caran heywanan tînin û li vê derê dişon."
Yasîr û Esmanura zarên Şalvan jî berx şûştin, hem hênik bûn hem jî bi kêfxweşî dema xwe derbas kirin.