Haydar Şahin
02 Tebax 2019•Rojanekirin: 05 Tebax 2019
Li Ovacixa navçeya Tunceliyê "Reşo"yê conegayê sîmental ê 1,5 ton tê bala kesên dixwazin ji bo qurbanê heywanan bikirin dikişîne.
Musa Kilinçê li Paşaduziya gundê Ovacixê dijî 3 salan "Reşo"yê conegayê 1,5 ton tê xwedî kir û ji bo bifroşe anî meydanê. Reşoyê yekkamî bi mezinbûn û giraniya xwe bala welatiyan dikişîne.
Musa Kilinç daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku 25 sal e heywandariyê dike.
Kilinç destnîşan kir ku her sal ji bo qurbanê heywanan xwedî dike û wiha axivî: "Li cem min conegayên ji ton û nîvekî kêmtir tên tunin. Giraniya conegayên ku besû dikim bi piranî di navbera ton û nîvek û tonek 800 kîloyî da diguhere. Bihayê conegayên di vê kîloyê da di navbera 25-27 hezarî da ye."
Kilinç got ku Reşo bi vê giraniya xwe conegayê herî mezin ê Ovacixê ye û wiha pê da çû: "Fikra min ew e ku kîloya wî bi 35 lireyî bifroşim. Ji ber ku li navçeya me bazara heywanan tune em heywanên xwe dişînin bazarê din da ku bifroşin. Heywanên me organîk in, em bi tenê ceh didin wan."