İbrahim Atmaca
04 Adar 2018•Rojanekirin: 05 Adar 2018
MALATYA
Tê texmînkirin ku li Meletî, Elazix, Bîngol, Tuncelî û Adiyemanê dem bi dem baran bibare, li deverên bilind jî şilope û berf bibare.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 13em a Meteorolojiyê hat dayîn, tê texmîn kirin ku li herêma Meletî, Elazix, Bîngol, Tuncelî û Adiyemanê heta sibê dem bi dem baran bibare, li deverên bilind şilope û berf bibare. Li gor texmînê li der û dora Bîngolê baran û berf wê gurtir bibare.
Li 5 bajaran guhertina germa hewayê nayê payîn û bager jî ji aliyê başûr va were, wê cî bi cî gur were.