İbrahim Atmaca
04 Adar 2018•Rojanekirin: 04 Adar 2018
ÎSTANBUL
Li Stenbolê ji ber barana gur a ku cî bi cî gurtir bû, welatî hatin hişyarkirin.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê ji daneyên Midûriya Herêma 1em a Meteorolojiyê da hev, tavî û teyrokê ji bişev dest pê kir û barî.
Li gor texmînê germa hewayê li gor demsalê wê zêdetir be.
Ji bo lehî, av, bilqetav, savarok, bager û çûyîn û hatinê bi taybetî jî welatiyên Stenbol, Yalova û Kocaeliyê hatin hişyarkirin da ku tevdîra xwe hildin.
Li ser îhtimala ku bager çatiyan rake, daran bişkêne û dîran wergerine jî hişyarî hat dayîn.
- Welatiyan di tavî û teyrokê da zehmetî kişand
Di vê navberê da welatiyan jî ji ber barana gur zehmetî kişand.
Welatiyên bêtevdîr di baranê da xwe sipartin rawestgehên otobêsan, têketina avahiyan û cihên ser girtî.
Piştî baranê li hin deran golên avê çêbûn.