ANKARA - Ayşenur Sağlam
Li Tirkiyê bi saya avhewayê gelek sewze û fêkiyên cur bi cur tên gihandin. Lê welatî herî zêde çayê vedixwin û zebeşî dixwin.
Li Tirkiyê di salê de 1,2 milyon ton ça tê hilberandin. Her wiha serê mirovekî salê 13,8 kîlo ça dikeve. Yanî li gor daneyan kesek rojê nêzî 10 şûşe çayê vedixwe.
Welatî bi tenê ne ji çayê, ji zebeşî jî gelek hez dikin. Daneyên Lijneya Îstatîstîk a Tirkiyê jî vê yekê îspat dike. Li Tirkiyê salê 3,8 milyon ton zebeş tê çandin. Li gor van reqaman mirovek salê 45,2 kîlo zebeşî dixwe. Ev jî nîşan dide ku di navbera fêkiyan de herî zêde zebeş tê xwarin.
Di sewzeyan de jî herî zêde bacana sor tê xwarin. Mirovek salê 114,5 kîlo bacana sor dixwe, piştî firingiyê jî herî zêde bacik û xiyar tên xwarin.