04 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2015
AGRI
Bihurê Tendurekê yê li Bazîda navçeya Agiriyê ji ber berf û bapûkê ji hatûçûnê ra hat girtin, pirê wan kamyon, nêzîkî 50 wesayitî tê da asê man.
Li gorî agahiyên ku ji Rêveberiya Rêbejayê ya herêmê hatin stendin, ji ber berf û bapûkê, bihurê Tendurekê ku bilindiya wê ji asta deryayê 2 hezar û 644 mêtre ye û dikeve navbera Bazîd û Wanê, ji herdu aliyan ve ji hatûçûnê ra hat girtin. Ji duh ve pirê wan kamyon, nêzîkî 50 wesayitî tê da asê mane.
Herwiha li herdu aliyên bihurekê wesayitan ji ber seknê rêzên dirêj çêkirin.
Hat ragihandin ku xebatên paqijkirinê yên ekîbên Rêveberiya Rêbejayiyê, bi 3 wesayitên paqijkirina berfê, ev 24 seatan didome û tê plankirin ku di nava rojê da rê vebe.