ERZÛRÛM
Li Herêma Rojhilata Anadoluyê berf gur bû û ji ber vê jî rêya 119 gundan ji bo çûn û hatinê hat girtin. Li herêmê 16 kesên nexweş ên ku rêya gundên wan ji ber berfê hatibû girtin bi alîkariya tîmên rêvekirinê û xebatkarên tenduristiyê ve bi awayekî zor û zehmet gihandin nexweşxaneyan.
Li gor agahiyên ku ji Midûriyeta Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hatin hildan, ji ber hilmegura ku ji aliyê Behra Spî ya Navîn de hat herêmê berf jî gur bû.
Bi taybetî li deverên bilind berf zêde dibare. Heta niha li Qersê 112 û li Erdehanê jî bi tevahî rêya 119 gundan ji ber berfê hat girtin. Xebatkarên rêvekirinê ji bo ku rêyên gundan vebikin xebatên xwe didomînin û carna jî ji bo kesên ku nexweş bigihînin nexweşxaneyê dixebitin.