Hüseyin Demirci
23 Rêbendan 2026•Rojanekirin: 24 Rêbendan 2026
Li Sariqamîş navçeya Qersê, ku zivistan lê dijwar e, berf û bager bandoreke neyînî li ser jiyana gundan dike.
Gundê Handereya ku raqima wê 2 hezar û 368 metre ye û 50 xanî lê ne, wekî cihê ku berf pêşî dibare û herî dawî dihele tê zanîn. Berf û bager, ku nêzîkî çar rojan e navber bi navber dibare, jiyana gund dijwar dike.
Li gund, ku sitûriya berfê lê gihîştiye metro û nîvekê, otomobîl, xanî û ambar di bin berfê da mane. Gundiyan li pêşiya xanî, ser wesayît û banên avahiyên xwe dest bi maliştina berfê kirin.
Yavuz Selim Ayê yek ji cotkarê gund, ji nûçegihanê AAyê ra got ku zivistana îsal pir dijwar derbas dibe.
Ay, behsa berfa zêde ya rojên dawî kir û got, "Gundê me raqima wê bilind e. Di mehên zivistanê da gelek berf dibare. Îsal, nêzîkî metro û nîvekê berf barî. Her sibeh em radibin, rêyên otomobîl û malên xwe dimalin û giya û kaya heywanan amade dikin. Xwedê alîkariya me bike, înşallah ev roj jî wê derbas bibin."
Gundiyekî din yê bi navê Îsrafîl Bakî jî got, "Rojên min bi maliştina berfê derbas dibin. Zivistan dijwar e. Herî zû li gundê me berf dibare û herî dereng li vir dihele. Înşellah ewê dawiya wê baş be."