Suat Öztürk
30 Îlon 2025•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2025
Li Elezîzê komek xozneberên dildar, xwe noqî binê golên bendavê yên ser çemên Ferat û Dîcleyê dikin ku dîmena xirabe û bermahiyên dîrokî bikişînin.
6 kesên ku perwerdeya noqbûnê hildane û tê da doxtor, antrenor û malnişîn jî hene, di binê avê da peyê şopa şaristaniyên cuda ketine û seba danasînê "Projeya Kûrahiyên Anadoluyê" amade kir.
Xozneber di çarçoveya projeyê da bi şêniyên herêmê û akademîsyenan dişêwirin û mehê çend rojan noqî binê golên bendavê yên Keban, Karakaya û Dîcleyê dibin û xirabeyên şaristaniyên berê qeyd dikin.
Ekîb di binê avê da peyê şopa dîrokê ketiye û dîmena xirabeyên dêr, pire, tunel û nivîstekan bi kameraya binê avê dikişînin û wê van dîmenan wekî belgefîlm amade bikin û seba danasîna herêmê li ser medyaya civakî parve bikin.
Kordînatorê noqbûnê yê ekîbê Nîzam Kaya ji nûçegihanê AAyê ra got ku ew dixwazin bi vê xebatê va şopa şaristaniyên cuda têxin belge.
Berpirsê ewlehî û keşfê yê ekîbê Faruk Gul jî diyar kir ku ew li gelek deverên wekî Pireya Komirxanê û Keleha Hastekê noqî binê avê bûn û di binê avê da wan dîmena xirabeyên dîrokî kişandin.
Doxtor Fatîh Severê ku di ekîbê da cih digire jî daxuyand, ew di projeyê da hem doxtor e hem jî wekî amirê ewlehiyê yê ser rûyê avê wezîfedar e, ew beriya noqbûnê tenduristiya xozneberan kontrol dike, her wiha dema ku di binê avê da rewşeke acil çêdibe jî ew midaxele dike û li ser rûyê avê çavdêriyê dike.