30 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2017
ÇANAKKALE
Li Ayvacika navçeya Çanakkaleyê xwaringeha Gulêya 70 salî, ji aliyê xweyê wî va bi alavên kevin va hat xemilandin û xwaringeh bi saya alavên kevin bûye wek muze.
Îsmaîl Karabulut 36 sal in vê kargehê dixebitîne. Loqinteya herî kevin a navçeyê ye û bi eşyayên kevin va jî dîrokê tîne bîra mişteriyan. Li loqinteyê herî zêde xurekên ku bi rûnê zeytûnê tên çêkirin hene. Li loqinteyê têlefonên kevin, radyo û wênekêş, semawer, saet, utî, sandoq û eşyayên curbecur ên dekoratîf hene.
Karabulut daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku loqinte di sala 1948an da ketiye fealiyetê û ji wê demê heta niha bê navber ji mişteriyên xwe ra xizmetê dike.
Karabulut got ku ew xwarinên navdar ên herêmê yên ku bi rûnê zeytûnan tê çêkirin didin mişteriyan û wiha axivî: "Li xwaringeha me tiştên kevn, dolabên bicam, telefon, radyo, makîneyên wêneyan dikşîne, semawêr, utî, sandiq û tişten din ên antîke hene.Ji bilî xwarinên me tiştên antîke jî bala mişteriyên me dikşîne. Xwaringeha me wek muzeyeke biçûk e. Hin mişteriyên me dibêjin 'bi saya van tiştên berê me zarokatiya xwe bi bîr anî'. Ev gotin jî min kêfxweş dikin."
Karabulut diyar kir ku ji mêj va ye ew eleqeya wî bi dîrok û kel û melên kevin ra heye û wiha xeberda:
"Bin min dîrok ew e ku çi nivîskî çi ne nivîskî agahiyên der heqê şaristanî û mirovên berê da dide me. Ji ber vê meraqa xwe jî min dest bi berhevkirina kel û melên berê yên ku ji dê, bav û kalên min mane, kir. Piştî ku wext derbas bû, min kel û melên ku ji bazar û derûdora xwe berhev kirin, li loqinteya xwe rapêşand. Dostên min jî alavên ku êdî naemilînin dan min. Min jî navê wan li ser nivîsî û daynî loqinteya xwe. Ez ji nifşên teze ra qala van kel û melan dikim û gelekî pê kêfxweş dibim."