ANKARA - Hande İlbeyi Canca
Wezareta Perwerdeyê ya Neteweyî ji sala perwerde û hîndekariya 2006-2007an pê ve dest pê kiriye ku hefteya ewil berî ku dibistan vebin perwerdeya hevsaz dide zarokan.
Bernameya hevsaz ji hêla Wezîrê Perwerdeyê ya Neteweyî Nabî Avcî ve dê li Dibistana Ataşehîr Halîl Atamavcî ya li Stenbolê bi merasimê dest pê bike.
Midûra Giştî ya Perwerdeya Bingehîn Funda Kocabiyik daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji bo dayik û bavan destpêka dibistanê ya zarokên wan ji bo wan tiştekî pir girîng e.
Kocabiyik ragihand ku di perwerde û hîndekariya sala 2013-2014an de zarokên ku dest bi pola yekem bikin û yên ku dest bi perwerdeya pêşdibistanê bikin dê ji sibê heta 13ê îlonê perwerdeya hevsaz bibînin û wiha got: "Di vê sala hîndekariyê de 223 hezar û 97 zarok dê dest bi perwerdeya pêşdibistanê bikin. Milyonek 200 hezar û 165 zarok jî dê dest bi pola yekem bikin. Qeydên dibistanan didomin û hejmar dibe ku zêde bibe."
Kocabiyik diyar kir ku li gor vê bernameyê zarok dê bikaribin bi dayik û bavên xwe re werin dibistanan û heke hewce bike welî jî dê bikaribin bikevin dersan û wiha axivî:
"Di dibistanan de dê fêrî zarokan bikin ku ew çawa bi ewlehî dê werin dibistanê û herin malê, rêzikên hatûçûyê çi ne, siwarbûn û peyabûna erebeyên dibistanê çawan e. Dê rojê 3 saetan li dibistanê bimînin. Saetên bêhnvedanê dê ji hêla mamosteyan ve bê dayîn."
"Netirsin û ecele nekin"
Kocabiyik destnîşan kir ku ji bo zarokan di vê hefteya hevsaz de pirtûk û alavên din hatin amadekirin û wiha got:
"Ewil dê hewl bê dayîn ku zarok dibistanê hez bikin, tirsa dibistanê bişkînin. Pişt re ji bo xwendin û nivîsandinê û destpêka dersên din dê amadehî bên kirin. Dê hewl bê dayîn ku zarok ji dibistanê aciz nebin."