Li zozana Hanzelê ya Eleşkirta navçeya Agiriyê nêzî 100 kîloyî hingivê ku mêşan di nav zinaran de çêkiribû hat dîtin.
Welatiyên ku ji bo seyranê derketin zozana Hanzalê li vê derê kewarên hingiv ên sirûştî ku mêşan di nav zinaran de çêkiribû dîtin.
Ozer Hanp bi malbata xwe re rojek berê ji bo seyranê derketibû zozana Hanzalê daxuyanî da AAyê û got: "Em havîn û biharê ji bo seyranê tên vê derê. Me got îsal hêj berf nebariye em careke dawîn biçin seyranê. Dema em hatin seyranê li derdora zinaran gelek mêş diçûn û dihatin. Vê yekê jî bala min kişand. Piştî rojê min berûya xwe girt û ez hatim vê derê. Min wê demê di nav zinaran de kewarên hingiv dît. Lê ji ber ku nav zinaran pir kûr e me xwe negihandê û me qet hingiv dernexist. Belkî nêzî 100 kîloyî hingiv heye."