İbrahim Atmaca
24 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 30 Tîrmeh 2019
Hin şêniyên taxa Eskîhîsarê ya Nisêbîna navçeya Mêrdînê zivistanê li malên xwe derbas dikin, havîna xwe jî di şikeftan da derbas dikin.
Taxa Eskîhîsarê li ser navçeyê ye û nifûsê wê nêzî 150 kesî ye. Hin welatiyên vê taxê ji ber germê havînê di şikeftên pêşiya mala xwe da dimînin.
Welatî ji bo di kelekela havînê da li cihekî hênik bimînin, şikeft ji xwe ra kirine wek havîngeh û tê da kêfxweş in.

Welatiyan şikeft bi derî û pencere kirine, xwarin û vexwarina xwe jî tê da mihafeze dikin.
Di şikeftan da pêdivî bi klîma û sarincê namîne û ev "şikeftên mal" bala mêvanan jî dikşînin.
Ji şêniyên taxê Zinarîn Aslanê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew bi hin şêniyên taxê va bi salan e şikeftên ku xerab nebûne wek havîngeh dixebitînin.

Aslanê diyar kir ku wan şikeft derî û pencere kirin, nava wan raxist û ji bo mayînê çêkirin û ew bi saya serê van şikeftan di kelekela havînê da jiyaneke hênik derbas dikin.
Aslanê destnîşan kir, li der û dorê gelek şikeftên ku nayên xebitandin hene û wiha dewam kir, "Ev şikeft berê ji merivan xalî nedibûn. Heywan di cihekî da diman, meriv jî di cihekî da diman. Kes di malan da nedima. Niha jî di gund da du cure mal hene. Şikeft û malên nûjen. Em zivistanê di malan da dimînin, havînê jî di şikeftan da. Em pişta şikeftê jî wek sarinc dixebitînin."

Aslanê got ku ew zivistanê jî erzaqên xwe di şikeftan da mihafeze dikin, ji gundên der û dorê jî zexîreya xwe tînin û di cihên hênik da vedişêrin.
Aslanê got ku her êvar cînarên wan tên mêvantiya wan û wiha dewam kir, "Em êvaran li vê derê dicivin. Gundî tên, sohbetê dikin. Ji bo civandina merivan jî cihekî baş e. Li vê derê pêdivî bi klîmayê namîne. Heta dema ku mêvan tên dipirsin û dibêjin 'Li vê derê klîma heye?' Bi taybetî di meha remezanê da pir xweş e. Heta êvarê kes ji şikeftan dernayê."
Hafsadî Aslanê (70) jî bi Kurdî daxuyanî da û got ku ew şikeftan paqij dikin û amade dikin.
Aslanê diyar kir ku şikeft berê ji bo mayînê guncaw nebû, wan piştî hin temîrkirinan paşê raxist û tê da dimînin.
Aslanê wiha dewam kir, "Ji ber ku mal pir germ e, em di malan da îdare nakin. Ji ber ku hênik e em tên vir. Pêdivî bi klîmayê çênabe. Em ji mesrefa klîma û ceyranê jî xelas dibin. Havina derva çiqas germ be jî hundir cemidiye. Di çile da jî derva çiqasî sar be jî hundir germ e."