VAN
Li Ercîşa navçeya Wanê ji aliyê şaredariyê projeya bi navê "Ji bo gel tendûra bilind" hat çêkirin. Bi vê projeyê armanca şaredariyê ew e ku êdî ji ber nanpêjandinê jin nekevine tendûran û nemirin.
Serokatiya Şaredariya Ercîşê li ser mirinên ku ji ber tendûran diqewimin dest bi xebatê kir. Li ser daxwaza jinên ku li TOKIya jorê rûdinin Mala Tendûr a Gel hat avakirin.
Serokê Şaredariya Ercîşê Dîba Keskînê daxuyaniyek da û got gelê bi van malên tandûran bi dor bi kar bîne û van tendûran dê li taxên din jî çêbikin. Keskînê wiha dewam kir:
"Me bi pijandin û parvekirina nan dest pê kir. Înşallah em ê vê sala nû ji bo xêra gel projeyên mezintir amade bikin. Ji bo ku jin nemirin em tendûrên di nav erdê de çênakin. Ji ber vê yekê em tendûrên bilind çêdikin."