Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev hewaya herî sar bi di bin sifirê da 17 pileyî va li Erdexanê hat pîvandin.
Li gor agahiyên ku ji rayedarên Navenda Hişyarî û Texmîna Meteorolojiyê hatin bidestxistin, herêm di bin tesîra hulmegura bilind a Sibîryayê da ye û ezmanê ewrsayî be. Di germahiya hewayê da jî guherînê çênebe.
Li herêmê bi şev germahiya hewayê li Erdexanê di bin sifirê da 7 pile, li Qersê di bin sifirê da 15 pile, li Mûşê di bin sifirê da 12 pile, li Erziromê di bin sifirê da 10 pile, li Ezircan û Bidlîsê di bin sifirê da 9 pile, li Agiriyê di bin sifirê da 7 pile, li Wan û Îdirê di bin sifirê da 5 pile û li Hekariyê di bin sifirê da 3 pile hat pîvandin.
Li herêmê camên xanî û dikanan cemidîn. Hin esnafan ji bo ku cemeda caman bihelînin bi makîneya porzihakirinê camên xwe germ kirin.
Wer tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Îdirê 9, li Ezircanê 7, li Hekariyê 6, li Wanê 5, li Erziromê 4, li Qers, Agirî, Erdexan û Bidlîsê 3, li Mûşê jî 2 pile be.
Qalindahiya berfê jî li Qersê 4, li Erdexanê 3, li Erzirom û Agiriyê 2, li Palandokena navenda xweşiqitandinê 33, li Qonaxliya navenda xweşiqitandinê 26, li Cibiltepeya navenda xweşiqitandinê 33, li Çiyayê Kopê 15 santêm hat pîvandin.
Rayedaran diyar kirin ku li herêmê yê cemed û mij hebe ji ber vê yekê divê welatî baldar bin.
Li herêmê car caran berf dibare û ji ber vê jî rêya 6 gundên Erziromê girtî ye. Ekîbên paqijkirina rê ji bo vekirina 35 kîlometre rêya girtî xebatên xwe didomînin. Li Bidlîsê rêya 5 gundan ji berfê hat girtin. Ekîbên şaredariyê dest bi paqijkirina rê kirin.
Li Avkevira navçeya Agiriyê jî rêya 2 gund û 2 goman hat girtin.
Ekîbên Îdareya Taybet li bintara Zozana Eledaxê berfa bi mêtroyan qalind ji rê paqij kirin.