Mehmet Yildizê ku elok û şamiyan difiroşe daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku di bazara heywanan da eleqeya ji bo şamî û elokan kêm e.
Yildiz destnîşan kir ku bihayê şamî û elokan di navbera 120 û 130 lîreyî da diguhere.
Yildiz diyar kir ku ji bo firotina elok û şamiyan di nav kolan û kuçeyên bajêr da digerin û got ku li gor salên dawîn eleqe kêm bûye û wiha dewam kir: "Serê salê nêz bûye û elok û şamî nayên firotin. Tirsa me ew e di destê me da bimînin. Welatî herî zêde ji markêtan goştê mirîşkên hazir distînin."