İbrahim Atmaca
12 Nîsan 2020•Rojanekirin: 12 Nîsan 2020
Li gor agahiya ku hat hildan, kesekî ku qedexeya derketina derva binpê kir û xwest bikeve marketa îstgeha sotemeniyê ya li ser Bûlwara Piyalepaşayê.
Li ser êxbara xebatkaran, polês çû cihê bûyerê û hişyarî da gumanbar. Lêbelê gumanbar guh neda polêsan û di navbera wî û polêsan da rageşî derket. Di rageşiyê da polêsekî sîlaha xwe xist û gumanbar sîlah hilda û gule agir kir. Polêsek birîndar bû û polêsek jî di rageşiyê da hat derbkirin.
Polêsê ku hat derbkirin, bi çeka xwe va gumanbar birîndar kir û berteref kir. Polês û gumanbar rakirin nexweşxaneyên derdorê.
Gumanbar rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Okmeydaniyê, lê digel hemû midaxaleyan xelas nebû û can da.