Saziyên ku li seranserê Tirkiyeyê sotemeniyê difroşin di lîtreya mazotê de bi qasî 7 qûrişan daxistin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê hilda li Enqereyê ji îro şûnde lîtreya benzîna ku berê bi 4,47 lîreyî dihat firotin êdî wê bi 4,40 lîreyî bê firotin.
Li Stenbolê jî lîtreya mazotê di navbera 4,45-4,43 lîreyî de dihat firotin, bi vê daxistinê ve wê êdî di navbera 4,38-4,36 lîreyî de bê firotin. Lîtreya mazotê li Îzmirê jî bi 4,40 lîreyî dihat firotin û bi saya daxistinê xwediyê wesaîtan dê lîtreya mazotê bi 4,33 lîreyî bikirin.
Fîrmayên ku bihayê sotemeniyê eşkere dikin, dikarin li gor bajaran guhertinên piçûk bikin.