Abdullah Tel
02 Gulan 2020•Rojanekirin: 03 Gulan 2020
Di çarçoveya tevdîrên hemberî vîrusa koronayê (Kovîd-19) da Wezareta Karên Navxweyî li 31 bajarî derketina derva sînordar kir û li Şanliurfa, Gazîenteb, Qehremenmeraş û Meletiya ku di nav ban bajarî da cih digirin kuçe û kolan vala man.
Wezareta Karên Navxweyî ji bo 30 bajarên mezin û Zonguldak jî di nav da bo 3 rojan derketina derva sînordar kir û li çar bajarên mezin hat dîtin ku çar alî vala ne.
Li Rihayê ji bilî wezîfedaran tu evdê Xwedê li derva xuya nekir û çûn û hatina wesayîtan jî nadîr bû. Cihên dîrokî û turîstîk ên li bajêr ku Gola Masiyan jî di nav da ye ji mirovan xalî bû.
- Meletî
Kuçe û kolan û meydanên Meletiyê jî di roja duyemîn a ku derketina derva hatiye sînordarkirin da vala man, ekîbên şaredariyê dor û bera ji mirovan xalî bûyî paqij kirin û wezîfedarên ewlehiyê jî li cihên kontrolê sihêtiyên xwe didomînin.
- Gazîenteb
Di roja duyemîn a sepandinê da kuçe û kolanên Gazîentebê û cih û warên dîrokî yên wek Kelha Gazîentebê vala man û polêsan jî li cihên disekinîn kesên derketine derva kontrol kirin.
- Qehremenmeraş
Li Qehremenmeraşê jî Kolana Trabzonê, Bûlwara Azerbeycanê, meydanên Îradeya Neteweyî, Demokrasî û Ataturkê ku cihên herî qelebalix ên bajêr in û tên zanîn jî vala man.
Hêzên ewlehiyê li cihên kifşkirine sekna xwe didomînin û sihêtiya kesên derdikevin derva dikin.