Hasan Hüseyin Kulaoğlu
15 Cotmeh 2021•Rojanekirin: 15 Cotmeh 2021
Waliyê Stenbolê Ali Yerlikaya ragihand ku ji 14ê Cotmehê pê va li Stenbolê 19 milyon û 986 hezar û 879 doz aşî hat kirin.
Walî Yerlikaya di parvekirina li ser hesabê xwe yê Twitterê da agahiyên der barê dozên aşiyê û li kîjan koman hatine xistin da agahî da.
Yerlîkaya destnîşan kir ku li bajêr ji 14ê Cotmehê pê va 19 milyon û 986 hezar û 879 doz aşî hat kirin û ji ciwanên emrê wan di navbera 20-24an da ne ji sedî 78an doza ewil û ji sedî 62,2an jî doza duyemîn a aşiyê li xwe xistin.
Walî ragihand ku di têkoşîna li hemberî Kovîd-19ê da hêza wan a herî xurt aşî ye.