Buğrahan Ayhan
02 Hezîran 2024•Rojanekirin: 02 Hezîran 2024
Di çarçoveya Pergala Derbasbûna Lîseyê (LGS) da ezmuna navendî ya ku Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) ji bo xwendekarên pola 8emîn dide kirin, dest pê kir.
Ezmun wê bi awayekî du rûniştinan were kirin ku rûniştina ewil di saet 09.30î da dest pê kir û wê di 10.45an da dawî bibe.
Rûniştina duyem jî wê di 11.30î da dest pê bike û di 12.50yî da dawî bibe.
Ezmuna navendî li 3 hezar û 891 dibistanan û di 62 hezar û 663 salonên van dibistanan da tê kirin.
Amadekariya ezmuna navendî îsal li gor milyonek û 38 hezar û 192 xwendekarên pola 8emîn hat kirin.
- Rûniştina ewil
Di rûniştina ewil ya saet 09.30î da ji Tirkî, Dîroka Şoreşê ya T.Cyê û Ataturkvanî, Agahiyên Çand û Exlaqa Dînî û Zimanê Biyanî 50 pirs wê ji xwendekaran bên pirsîn û dema bersivandina pirsan jî 75 deqîqe ye.
Di rûniştina duyem ya saet 1130î da jî ji matematîk û zanistên fenê pirs wê bên pirsîn. Di vê rûniştinê da 40 pirswê bên pirsîn û dema wê jî 80 deqîqe ye.
Di navbera her du rûniştinan da 45 deqîqe navber wê hebe ku xwendekar bikaribin derkevin derva û bêhna xwe bidin.
Xwendekarên dixwazin bikevin ezmuna LGSyê dikevin ezmunê, yên naxwazin jî bi bicihkirina herêmî di lîseyan da tên bicihkirin.
Malbat jî bi zarokên xwe ra hatin dibistanan ku wan tenê nehêlin û piştgiriyê bidin wan.