Midûrê Enstîtûya Zimanên Zindî û Alîkarê Rektorê Zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê Prof. Dr. Kadrî Yildirim, pakêta ku ji aliyî Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan ve hat aşkerekirin nirxand û got ku eger binesaziya vê baş bê çêkirin gaveke erênî ye. Lê belê ev perwerde bi pereyan be, divê dewlet li dibistanên taybet ji bo malbatên kurd yên xizan mecburiyeta kontenjanê bîne.
Prof. Dr. Yildirim daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha axivî:
- "Em talibê peywira koordînatoriyê ne"
Yildirim got ku malbatên li herêma kurd dijîn piranîya wan xizan in û derfetên wan ê zarokên xwe bi pereyan bişînin van dibistanan tuneye û ev pirsgirêkeke mezin e. Ji ber ku perwerdeya kurdî dê bi pereya bê dayîn divê çareseriyek were dîtin. Mînak dewlet dikare ji bo zarokên ku malbatên wan feqîr in li dibistanên taybet kontenjanê veke.
Yildirim daxuyaniya xwe wiha domand: "Perwerdeya bi ziman û zaravayên cuda ji ber çi bi pereyan dê dayîn, zor e mentiqê vê bê fêmkirin. Lewra ziman heman ziman e, welat heman welat e. Divê dewlet wekî zîmanê din, bi ziman û zaravayên cuda jî bî heman rêbazê perwerdeyê bide welatiyan. Di vê mîjarê de berpirsiyara me çi be em amade ne ku bînin cih. Kadroyeke me ya kurdolojiyê ya ku ji 30 kesî pêk tê heye. Ji bo projeyê çi hewce be, em dikarin binesaziya vê çêbikin. Em bi hevkariya komeleyên ziman û enstîtûyên li welêt û li derveyî welêt hêsanî dikarin barê vê projeyê hilbigirin.
Prof. Dr. Yildirim li ser verastkirina perwerdeya bi ziman û zaravayên cuda nêrînên xwe wiha domand:
Ev ciwanan piştî mezûniyeta lîseyê dê li kîjan zanîngehê perwerdeya xwe bidomînin û dê çi karî bikin? Ev ziman heta ku nebe zimanê piyesê û aboriyê û pê debar neyê kirin, teleba perwerdeya bi vî zimanî zêde nabe. Ziman rûmeteke neteweyî ye, şeref e lê belê divê qezenceke wê jî hebe. Mînak saziyên wekî Anadolu Agency an jî yên din, dema ku karmendan distînin şertê "zimanê kurdî baş zanibe" bîne, wê hingê ziman zanebûn dibe avantajek.
"Bîryarek bi îsabet e"
Sekreterê Giştî yê Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Sabrî Eyîgun ji got ku li dibistanên taybet bi ziman û zaravayên cuda perwerde tiştekî girîng e û li dinyayê jî mînakê vê hene.
Prof. Dr. Eyîgun got ku eger binesaziya vê baş bê çêkirin dê ziman pêş de biçe û welatî dê rehet bikin, lê belê eger ku di perwerdehiyê de bibe zimanî fermî dê bibe sedema tengasiyan. Eyîgun axaftina xwe wiha dewam kir:
Qerarekî di cihê xwe de ye. Em piştgiriyê didin vî qerarî. Lê belê divê çarçoveya wê baş bê diyarkirin. Eger kesekî ku bi zimanî kurdî perwerde bibe û piştre di saziyên dewletê de bi zimanê tirkî xizmetê bide ev dê rê li tengasiyan veke. Divê warên bikaranîna van ziman û zaravayan hebe. Di resmiyetê de cihê pêkanînê tunebe tu maneya wê namîne.