Fona Arîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) da zanîn ku li Sûriyeyê gelek cihên di bin kontrola DÎŞIyê de gelek dibistan girtî ne û armanca DÎŞIyê ew e ku li dibistanan bernameya perwerdeyê biguherînin.
Berdevkê UNICEFê Christophe Boulierac li Ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî civîna çapemeniyê lidarxist û got ku "DÎŞI li Sûriyeyê li herêmên di bin qontrola xwe de perwerdeya bi mufredata kevin, qedexe kir û çalakiyên mamosteyan heta ku car din ber çavan re derbas bikin, dan sekinandin."
Boulierac got DÎŞI ji bo ku li Sûriyeyê mufredata di dibistanan de biguherîne xebatan dike û diyar kir ku DÎŞIyê ji mamosteyan xwest ku bernameya perwerdeyê ya nû çêkin. Boulierac diyar kir ku mamoste ji bo ku li gor daxwaza DÎŞIyê perwerdeyê bidin, tên perwerdekirin û heta ev pêvajo temam be, li Reqa û Deyru'z Zorê navber dan perwerdeyê.
Christophe Boulierac wiha axivî: "Li Reqa, Deyru'z Zor û hin qismên Helebê yên ku di bin xetereya DÎŞIyê de ne, 670 hezar zarokên xwendekarên dibistanê û lîseyê nikarin perwerdeya xwe berdewam bikin." Boulierac got ku di tevahiya Sûriyeyê de 1,6 milyon zarok nikarin biçin dibistanê.
Boulierac her wiha da zanîn ku par li Sûriyeyê 68 êrîş birin ser dibistanan û di van êrîşan de herî kêm 343 zarok birîndar bûn û 160 zarok jî mirin.
Boulierac destnîşan kir ku li Sûriyeyê sala nû jî ji bo zarokan baş destpê nekir û got dibistan di hedefa pevçûnan de cî digirin û pergala perwerdeyê ya li welêt gelekî zirar dît.