ANKARA
Bûrsên xwendekarên ku li derveyî welêt dixwînin hat zêdekirin. Bûrs ji sedî 20 zêde bûn. Li gor vê xwendekarên lîsansê 360 lîre, xwendekarên lîsansa bilind jî 720 lîre dê bistînin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Perwerdeyê ya Neteweyî di 26ê çileya pêşîn a 2013an de, di Rojnameya Fermî de qanûna bi jimara 1416an hatibû weşandin û ew qanûn jî îro ket rewacê. Wezareta Perwerdeyê ya Neteweyî bi armanca gihandina hîndekarên zanîngehê û gihandina xebatkarên dewletê xwendekaran dişîne derveyî welêt. Bûrsên xwendekaran ji sedî 20 hatin zêdekirin. Li gor vê xwendekarên lîsansê 360 lîre, xwendekarên lîsansa bilind jî 720 lîre dê bistînin.
Xwendekarên ku bûrs heq kirine û hê neçûne derveyî welêt jî herî zêde demsalekî bûrsa xwendekarên li welêt dê bistînin.
Xwendekarên ku bi bûrsa fermî ve dê herin derveyî welêt jî dê bûrsa xwe li gor pereyê wî welatî bistînin.
Xwendekarên ku bi bûrsa fermî diçin derveyî welêt mecbûr in ku sîgorteya tenduristiyê çêbikin. Perê sîgorteyê û yê tenduristiyê ku sîgorte nade jî ji aliyê saziya ku xwendekar girêdayî wê ye ve dê bê dayîn.