ANKARA
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ji bo fêrbûna zaravayê soranî dê qursê vebike.
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê di sala 1992an de hatiye avakirin û di qada zimanê kurdî û zaravayên wê de gelek xebat kirine û pirtûk weşandine. Enstîtuya Kurdî niha jî ji bo kesên ku dixwazin zaravayê soranî hîn bibin dê qursê vebike. Qursa ku bi tenê 30 kesê bikaribin beşdar bibin dê li navenda Enstîtuyê bê vekirin. Kesên ku dixwazin soranî fêr bibin divê serî li navenda Enstîtuyê bidin û navê xwe bidin tomarkirin. Buhayê vê qursa ku dê sê mehan bidome jî 100 lîre ye.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji Hevserokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Samî Tan hilda qurs dê li Stenbolê li navenda Enstîtuyê bê dayîn.
Tan ji bo kesên ku dixwazin beşdarî vê qursê bibin jî da zanîn ku divê bi zaravayekî kurdî (kurmancî/kirmanckî) wekî zimanê nivîskî bizanibin û Tan ji bo armanca vekirina qursê jî wiha got: "Kesekî ku zaravayekî kurdî yanî kurmancî û yan jî kirmanckî bizanibe dikare zaravayên kurdî yên din jî hîn bibe. Rêzimana zaravayên kurdî hevpar e û ku yek zaravayekî baş bizanibe, wê hingê hînbûna zaravaya din ji bo wî hêsan e. Em bi vê xebata xwe dixwazin ku sînorên di navbera çand, ziman û derûniya kurdî de ji holê rabikin."
Tan destnîşan kir ku qurs dê bi kurdî bê dayîn.
Li Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ji bo fêrbûna zaravayên kurmancî û kirmanckî ji berê ve qurs tên vekirin û niha jî ji bo soranî qurs dê bê vekirin.