ANKARA
Ezmûna KPSSê ya ji bo Mamostetî û kadroya Koma Ayê bi danişîna serê sibê ku bi testên Şiyana Giştî û Çanda Giştî tê de ne, dest pê kir.
Ezmûna ku bi destê Navenda Pîvan, Hilbijartin û Bicihkirinê (OSYM) tê kirin li 81 navendên wîlayetan û li Lefkoşayê di saet 9.30an de dest pê kir. Rûniştina piştî nîvro ya Testên Zanistên Perwrdehiyê jî dê 14.30an de dest pê bike. Ji bo 80 pirsî dê 100 deqîqan bidin namzetan. KPSSyê piştî rûniştinên sibê û 14ê tîrmehê biqede.