04 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 05 Rêbendan 2017
ANKARA
Serlêdana Ezmûna Perwerdeya Bilind (YGS) a ku ji hêla OSYMyê ve wê di 12ê adarê de bê kirin, dest pê kir.
Agahiyên serlêdanê li ser malpera înternetê ya OSYMê "http://www.osym.gov.tr" de hatin eşkerekirin. Li gor rêbera OSYSyê ezmun wê di 12ê adara 2017an roja yekşemê çêbibe. Ezmunê di saet 10.00an de dest pê bike û wê 160 deqîqe dewam bike.
Serlêdanên YGSyê ji îro pê va heta 18ê çileya paşîn wê bên kirin. Bihayê ezmunê jî wê heta 19ê çileya paşîn bê dayîn.
Agahiyên serlêdana OSYS 2017an divê li ser malpera OSYMyê ya https://ais.osym.gov.tr yê bên kontrolkirin.
Ji bo ku serlêdan bên qebûlkirin divê pereyê ezmunê bê dayîn.
Hemû hûrgiliyên serlêdana ezmunê di rêbera OSYSyê ya 2017an de hatiye nivîsandin.