Elif Orhan
08 Hezîran 2016•Rojanekirin: 09 Hezîran 2016
ANKARA
Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) da zanîn ku di çarçoveya pergala Ji Perwerdeya Bingehîn Derbasbûna Perwerdeya Navîn (TEOG) ya ku di 27-28 Nîsana 2016 û 14-15ê Gulana 2016an de hat kirin a nirxandina ezmûnên hevpar ên heyama 2yemîn a polên 8emîn hatin temamkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji Wezaretê hat dayîn xwendekar û malbatên wan dikarin ji ser pergala e-okulê encamên ezmûnê hîn bibin. Encamên ezmûnê dê her wiha bi nivîskî ji xwendekaran re neyê şandin.
Ezmûn dê ji ser 100 poxanê bê nirxandin û di ezmûnên hevpar de poxanên ku xwendekaran sitandin dê di hesapkirina Poxana Esas a Bicîkirinê (YEP) a pola 8emîn de jî bê bikaranîn.