ANKARA
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Nabî Avci li meqama xwe piştî hevdîtina xwe ya bi Wezîrê Perwerdeyê yê Cîbutiyê Djama Elmî re daxuyanî da.
Avci destnîşan kir ku xebatên ji bo tayînkirina mamosteyên hemû beşan didomin û wiha got: "Me qadeke nû ava kir. Lijneya Telîm û Terbiyeyê 3 roj berê biryarek hilda. Li gor vê di qada nû de di bi navê ziman û zaravayan de, di zaravayên kurmancî û zazakî de xebatên avakirina kadroyên normê temam bûn. Em ê îsal binihêrin ka li kîjan dibistanan ev ziman wek dersa hilbijarte hatiye hilbijartin. Em ê van daxwazan binirxînin, heger îsal jî ev daxwaz hebin, em ê li wan dibistanan kadroyên normê vekin. Înşaellah em ê kesên ku di van beşan de lîsansa bilin a bêtez û perwerdeya lîsansê dîtine di van kadroyên normê de bi cî bikin."
Ev demek e mamosteyên kurdî yên ku ji beşa lîsansa bilind a bêtez ya Zanîngeha Mardîn Artûklûyê beşa Enstîtuya Zimanên Zindî mezûn bûne ji ber ku nayên tayînkirin li Parka Karayollariyê ya Mêrdînê ketine greva birçîbûnê.