ANKARA
Di daxuyaniya Wezareta Perwerdeyê de hat ragihandin, îdiayên ku dibêjin "dê cezayê pere bidin dersxaneyan, sepandinên rêvebiriya avarte û tengavkirinên pereyî" rast nînin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di hin saziyên çapemeniyê de bi ser navên 'Di Perwerdeyê De Derbeyeke Mezin, Di Perwerdeyê De Heyama Rêvebiriya Avarte' hin nûçe hatin çêkirin. Hat dîtin ku bi van nûçeyan hewl didin zirarê bidin xebatên wezaretê yên der barê dersxaneyan de û van xebatên di çavê gel de bêxin."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li ser medyaya civakî jî bi sernavê 'Di Perwerdeyê De Heyama Rêvebiriya Avarte' nûçe hatin belavkirin ev helwest helwesteke sîstematîk e û bi vê yekê hewl didin ku propagandayeke qirêj bikin. Di daxuyaniyê de wiha hat dewamkirin: "Wezareta Perwerdeyê ji bo ku pêşî li pirsgirêkên perwerdeyê bê vekirin û pirsgirêk di nav çarçoveyeke sîstematîk de bên çareserkirin di hin qanûn, genelge û rêziknameyan de guhertin tên kirin. Jixwe wezareta me jî vê yekê di nav sînorên rayeya xwe de û li gor qanûnên dewleta hiqûqî dike."
Hat destnîşankirin ku bi Plana Stratejîk a 2010 û 2014an ji raya giştî re dan zanîn ku dersxane dê vegerine dibistanên taybet û ji bo dersxaneyên ku vegerine dibistanên taybet hin teşwîq jî dê bên dayîn û wiha hat gotin: "Amadehî didomin. Ji bo ku xebatkarên dersxaneyan di serî de xwandekar û weliyên wan jî mexdur nebin, xebat bi baldarî tên kirin. Armanc ew e ku perwerdehî bê baştirkirin û pêşî li pergala 'bê dersxane nabe' bê girtin. Ji bo vê jî, nûçeyên derew yên di hin saziyên çapemeniyê de cih digrin rast nînin û bi van nûçeyan hewl didin zirarê bidin xebatên wezaretê yên der barê dersxaneyan de û van xebatên di çavê gel de bêxin."