Önder Beyter
13 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 15 Rêbendan 2019
ŞANLIURFA
Li Şanliurfayê kal û pîr li dibistanê ji xwendekarên pêşdibistanê ra çîrokan vedibêjin.
Bi hevkariya Midûriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Navçeya Xelîliyeyê û Ajansa Pêşketinê ya Qerejdaxê va ji bo pêşketina asta xwendekarên pêşdibistanê, "Projeya Kal û Pîr ji Neviyên xwe ra Çîrokan Vedibêjin" hat bicîanîn.
Di çarçoveya projeyê da qedera 20 kal û pîr ligel neviyên xwe di rojên destnîşankirî yên hefteyê da berê xwe didin dibistanê.
Ev kal û pîr li dibistanê hem ji xwendekaran ra çîrokan vedibêjin û hem jî urf û edetê Tirkan fêrî wan dikin.
Hadî Bedîrê Midûrê Dibistana Seretayî ya Ahmet Yesevî ku yek ji wan dibistanan e ku proje lê tê bicihanîn, di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku zemanê berê zarok li ber çîrokan kal û pîran mezin dibûn, lêbelê niha ev yek rabûye.
Bedîr got ku çîrokan di kurtedemekê da tesîr li zarokan kirin û wiha dewam kir, "Bi rastî jî ji bo zarokan gelekî qenc e. Asoya wan fireh dike. Lewma jî me projeyeke bi vî rengî da destpêkirin da ku zarokên me çîrokan jî bibihîzin."
Sakine Aydogdu ku yek ji wan pîran e ku beşdarî projeyê dibe, got ku ew gelekî ji zarokan hez dike û herwiha ew gelekî kêfxweş e ku ji zarokan ra çîrokan vedibêje û wiha got, "Gava ez ji zarokan ra çîrokan vedibêjim, pir şad û bextewar dibin. Tevî wan ez jî bextewar dibim."
Ji kalên ku çîrokan vedibêje Mehmet Emîn Toprak jî bal kişand ku ji bo wî ciyê şanaziyê ye ku ew ligel zarokan tê cem hev.