Önder Beyter
10 Hezîran 2018•Rojanekirin: 10 Hezîran 2018
SINGAPUR
Lîderê Koreya Bakur Kim Jong-un ji bo zîrveya ku wê bi Serokê Amerîkayê Donald Trump ra pêk bîne, gihîşt Singapurê.
Hat ragihandin, balafira ku Kim tê da bû, piştî nîvro di bin tevdîrên ewlekariyê yên qewîn da li Balafirxaneya Singapurê danî. Di çapemeniyê da jî ew wêne hatin parvekirin ku tê da Kim û Wezîrê Karên Derva yê Singapurê Vivian Balakrishnan silavê didin hevdu û destê xwe didin hevdu.
Lîderê Koreya Bakur Kim li balafirgehê li lîmuzîneke ku dora wê bi wesayîtên reş va hatin pêçan, siwar bû û derbasî St. Regis Otêlê bû.
Zîrveya Kim û Trump a di 12ê hezîranê da di rojeva civaka navneteweyî da ye.
Di zîrveyê da jinavbirina çeka nukleerê û mijarên ewlekariyê dê bên gotûbêjkirin. Herwiha tê texmînkirin ji bo ku agirbesta ku ji Cenga Koreyê ya sala 1950-53yan vir va dewam dike, rengekî mayînde werbigire, ev zîrve dê bibe pêngaveke krîtîk.